Şam-SANA
Sendîkaya Endezyarên Çandinîyê li Sûrîyê bi helkefta salvegera yekemîn a serkeftina Şoreşa Sûrîyê, biryara zêdekirina mûçeyê xanenişînîyê bi rêjeya 50 ji sedî ji mûçeyê bingehîn derxist, ev biryar dê ji destpêka sala 2026an ve bikeve warê bicihanînê.
Serokê Sendîkaya Endezyarên Çandinîyê Mistefa El-Mistefa, dîyar kir ku ev biryar di çarçoveya plana sendîkayê de ye, ji bo başkirina rewşa jîyana endezyaran, bi taybetî yên malnişîn, her wiha destnîşan kir ku ev gav li ser pêşnîyarên Desteya Şêwirmendîyê û bi erêkirina Encumena Sindoqa Xaneneşînîyê hatiye avêtin.
El-Mistefa da zanîn ku mûçeyê giştî yê mehane ji bo xanenişînan ku berê derdora 600 mîlyon lîreyên Sûrî bû, piştî vê biryarê dê bibe nêzîkî mîlyarek lîreyî, di encamê de, dê zêdetir ji 13 hezar kesê xanenişîn û mîratgirên wan mifayê jê wergirin.
Navborî bal kişand ser wê yekê ku piştî rizgarkirinê, destpêkirina projeyên veberhênanê dê bibe sedema xurtkirina çavkanîyên darayî yên sendîkayê û başkirina rewşa endamên wê.