Şam-SANA
Desteya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl ragihand ku tevgera veguhestina esmanî bi rêya Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê, di meha Mijdara borî de derbasbûna zêdetirî 146 hezar rêwîyan di navbera yên derketine û yên hatine de tomar kiriye.
Desteyê di daxuyanîyeke amaran de ku li ser kanala xwe ya Telegramê weşandiye, dîyar kir ku hejmara giştî ya rêwîyan di heyama ji 1ê heta 30ê Mijdara 2025an de gihîştiye nêzî 146,219 rêwîyan, ji wan 75,303 kes derketine (çûne) û 70,916 kes jî hatine.
Hêjayî gotinê ye ku Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê di Cotmeha borî de şahidîya tevgereke çalak kiribû ku tê de hejmara rêwîyan 160 hezar kes derbas kiribû.