Şam – SANA
Emîndarîya Berzê û komîteyên taxên wê, bi hevkarîya Komeleya Pêşxistinê ya Tirkmenî, li meydana Panoramayê ya Şamê, bi boneya yekemîn Salvegera Rizgarkirina Sûrîyê ji rejîma hilweşîyayî, ahengek li dar xist.
Di ahemgê dehin ji girtîyên azadkirî axivîn, gotarek bi navê malbatên şehîdan hat pêşkêşkirin, pêşandaneke hespan hebû û dem ji bo huner û şanoyê jîhatibû veqetandin, her wiha 18 kesên ku Qurana pîroz ji ber kiribûn hatin xelatkirin.
Mahir Mehmûd Axa, Serokê Komeleyê, tekez kir ku ev ahenga bi beşdarbûna komîteyên taxên Berzê, bi armanca xurtkirina yekîtîya niştimanî û xebata hevbeşji bo xizmeta welat û pêşxistina wî ye.





