Şam-SANA
Dezgeha Sûrî ya Berîdê, îro ragihand ku wê bi rêya tora xwe ya berfireh ya rêveberî û ofîsên xwe yên li tevahîya parêzgehên welêt re, dest bi xizmeteke nû ji bo dana mûçeyên karmendên sektora taybet kiriye.
Di postekê li ser rûpela xwe ya Facebookê de, Dezgehê dîyar kir ku kesên em dixwazin xizmeta wan di vê rêyê re bikin, hemû karmendên sazîyên sektora taybet in, çi yên sektora pîşesazî yan bazirganî yan jî xizmetguzarî bin.
Dezgehê got ku sûdmendên ji xizmetê ev in:
1. Xwedîyên Kargehan: Nûnerê komapanîyê yan dezgehê dikare biçe yek ji rêveberîyên berîdê yên li parêzgehan, daxwaza sûdewergirtina ji xizmeta dana mûçeyan bike û hejmara kesên li rex wî kar dikin û qebareya pereyên ku her heyv dide, destnîşan bike.
2. Karmend: Karmend kare biçe nivîsgeheke berîdê, nasnameya xwe ya kesane şanî wan bide, û dûvre meaşê xwe bi (Lîreya Sûrî) bistîne.
Dezgehê got ku hejmarek taybetîyên vê xizmetê hene, yên herî berbiçav:
• Lez û hûrbînî: Tedbîrine hêsan û bilez ji bo wergirtina mûçeyan.
• Berfirehîya hebûna nivîsgehan: Nivîsgehên berîdê li hemû deveran hene, her kes kare xwe bigihîne wan.
• Mirovê ku vê xizmetê bi kar bîne ji westan û qerebalix û bendewarîyê rihet dibe.
• Ewlehî û pêbawerî, ji ber ku hemû danûstandin bi rêyên ewle û kontrolkirî têne kirin.
Ev xizmet li gorî stratejîya dezgehê tê ku dixwaze pê xizmetên xwe yên darayî pêş bixîne, da hêsankarîyê ji xwedîyên kargeh û karmendan re peyda bike.
TAG: