Şam-SANA
Cîgirê Rêvebirê Rêveberîya Koçberî û Pasportan, Eqîd Welîd ‘Urabî, tekez kir ku bidestxistina pasportê mafekî destûrî ye, divê rêveberî pabendîyê pê bike û xizmeta Sûrîyan çi li hundir û çi jî li derveyî welêt bike.
Di daxuyanîyekê de ku dabû SANAyê, Eqîd ‘Urabî got: “Ez lêbûrînê ji gelê me yê Sûrî yê li derveyî welêt dixwazim, derbarê daxuyanîya berî niha de, ya têkildarî biryara Rêveberîya Koçberî û Pasportan ku hin kes tê negihiştibûn û hinan şaş fêhm kiribû.”
‘Urabî wiha jî got: “Mebest jê ne ew bû ku yekcar tiştekî ne baş dermafê xelkên me yên li derveyî welat dijîn bêjin, ew kur û keçên vî welatî ne, gelek ji wan neçar bûn ku ji ber tawankarîya rejîma hilweşyayî koçber bibin.”
Navborî ev yek jî dîyar kir: “Pasport ji bo şeş salan ji welatîyan re têne dayîn, lê ji bo du sal û nîvan ji welatîyên ku tedbîrin ewlekarîyê yên hîn temam nebûne li ser wan hene tên dayîn, heya ku ew tedbîr bi dawî werin. Piştî temamkirinê, ew kes kare pasportê bo dema şaş salan bistîne.ʺ
Lê zêde jî kir:” Em tekez dikin ku wergirtina pasportê mafekî destûrî ye, û pabendîya bi xizmeta xelkên me yên li hundir û derveî welêt erkek e li ser milê me.”