Di çalakîya “Roja Dîyalogê ligel Civaka Sivîl a Sûrîyê” li Şamê, mijarên dadwerîya veguhêz û pirsgirêka kesên wendayî hatin gotûbêjkirin, û tekezî li ser pêwîstîya girêdana wan bi avakirina aştîya domdar re hate kirin.
Di civînê de her wiha li ser pêşxistina karînên ciwanan bi rêya çaksazkirina prosesa perwerdeyê û piştgirîya destpêşxerîyên civakî û aborî hate sekinandin.
Parastina jîyana sivîl û xurtkirina cîbicîkirina yasayê û girîngîya hevbeşîya di navbera welatîyan, civaka sivîl û hikûmetê de ji bo peydakirina zelalîya kar û hevparîya di dana biryarê de mijarên giring ên cîvînê bûn.
Rêyên xurtkirina hevgirtina civakê û rola karsazîyê di avakirina aştîyê de, her weha veguhertina rewşê ji qonaxa alîkarîyên mirovî ber bi bernameyên avakirinê yên domdar de hatin behskirin.
Çalakî îro bi pêşkêşkirina temîyên sereke, bi beşdarîya sazîyên herêmî û navdewletî bi dawî bû.









