Şam-SANA
Wezareta Karên Derve û Koçberan, di çarçoveya hewldanên xwe yên ji bo veguhertina ber bi dîjîtalkirina berfireh de û dabînkirina xizmetan bi zelalî û dadperwerî, sepana “MOFA SY” li ser “App Store” û “Google Play”ê daye destpêkirin da ji bo hemî bikarhênerên li çaralîyên cîhanê bedrest be.
Wezaretê bi rêya kanala xwe ya Telegramê, ragihand ku ev sepan rê dide welatîyên Sûrî û kesên ku li derveyî welêt dijîn ku bi hêsanî û zû bi rêya telefonên xwe yên zîrek re sûdê ji xizmetên cûrbecûr ên wezaretê wergirin, û got ku ew niha li nav şandeyên dîplomatîk ên Komara Erebî ya Sûrîyê li çaralîyên cîhanê kartêker e.
Wezaretê bal kişand ser wê yekê ku xwedîyên mobîlên IPhonê dikarin sepanê bi rêya vê lînkê daxin.
Her weha xwedîyên amûrên bi sîstema Androidê dixebitin karin di rêya vê lînkê re daxin.