Şam-SANA
Li gorî daxuyanîya Navenda Netewî ya Erdhejê, piştî nîvê şevê li bakurê rojhilatê Şamê erdhejek bi hêza 3.7 pileyî çêbûye. Tê de hat dîyarkirin ku erdhej saet 01:27 bi kûrahîya 8.8 km li rojavayê bajarê Yebrûdê çêbûye bêyî ku zîyanên madî an mirovî hebin.
Hêjayî gotinê ku erdhejek bi heman rengî di 4ê Îlonê de li devera Holê ya li gundewarê rojhilatê Hesekê jî rû dabû, û ji alîyê niştecihên bajêr û gundewarên derdorê ve hatibû hîskirin.