Kompanîya Telekomê ya Sûrîyê eşkere kir ku arîşeyeke awarte bûye sedema derketina hin hêlên navneteweyî ji xizmetê, ku ev yek jî bûye sedema kêmbûneke demkî di pakêja înternetê de.
Kompanîyê da zanîn ku tîmên teknîkî yên pispor niha ji bo çareserkirina arîşeyê û vegerandina xizmetê bo rewşa wê ya asayî di zûtirîn dem de kar dikin.