Şam-SANA
Berdevkê Komîteya Bilind a Hilbijartinên Encumena Gel a Sûrîyê, Newar Necme, ragihand ku dê sindoqên dengdanê li bajarên Serê Kanîyê, Girê Spî û baregeha Encumena Gel li Şamê roja Pêncşema bê saet nehê sibehê werin vekirin, da ku endamên her du desteyên hilbijartinê yên li her du navçeyan 3 endamên Encumena Gel ji bo beşekê ji parêzgehên Reqa û Hesekê hilbijêrin.
Necme li ser rûpela xwe ya “X”ê tekez kir ku kursîyên mayî yên parêzgehên Reqa û Hesekê ligel kursîyên parêzgeha Siwêdayê vala dimînin heta ku şert û mercên ewlehî û sîyasî yên guncaw ji bo pêkanîna hilbijartinên temamker peyda bibin.
Necme dîyar kir ku kursîyên vala dê bandorê li ser dema lidarxistina rûniştinên Encumena Gel û rewatîya biryarên wê neke.
Komîteya Bilind a Hilbijartinên Encumena Gel a Sûrîyê duh lîsteya berendamên Encumenê li navçeya hilbijartinê ya Girê Spî li parêzgeha Reqayê û navçeya hilbijartinê ya Serê Kanîyê li parêzgeha Hesekê weşandibû.