Şam-SANA
Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî Merwan El-Helebî û yê Tenduristîyê Musʼeb El-ʼElî, îro li Şamê serdana cihê şewata ku li qata pêncemîn a Nexweşxaneya Zarokan ya Zanîngehê kirin ji bo şopandina encamên şewatê.
Her du wezîran di serdana xwe de rewşa zarokên nexweş ên ku bo Nexweşxaneya Muwasatê ya Zanîngehê ji bo dermankirina birînên wan hatibûn veguhestin, şopandin.
Tê zanîn ku tîmên vemirandina agir li Şamê, îro sibehê agirê ku ji encama kontaka elektrîkê li qata pêncemîn a Nexweşxaneyê vêketibû, vemirandibûn, zîyan tenê madî bûn, hin kesên ku bêhna wan ji ber dûmanê çikîyabû, hebûn.

