Şam-SANA
Wezîrê Berevanîyê, Lîwa Murhef Ebû Qesra, îro ragihand ku di hevdîtina xwe ya bi Fermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re, li ser agirbesteke berfireh li bakur û bakurrojhilatê Sûrîyê li hev kiriye.
Wezîrê Berevanîyê di parvekirineke li ser platforma “X”ê de got: “Min berî demekê li Şama paytext bi birêz Mezlûm Ebdî re hevdîtin pêk anî, me li ser agirbesteke berfireh li hemû enî û xalên leşkerî yên li bakur û bakurrojhilatê Sûrîyê li hev kir û divê ev rêkeftin tavilê were cîbicîkirin.”
Şeva borî, HSDê li derdora taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyê yên Helebê êrîşî xalên kontrolê yên Asayîşa Hundirîn kiribû, di encamê de endamek şehîd bû û çar endamên din jî birîndar bûn.
Herwiha HSDê êrîşî hejmarek taxên Helebê jî kiribû, ku di encamê de sivîlek şehîd bû û gelek kesên din, di nav de jin û zarok jî, birîndar bûn.