Şam-SANA
Berdevkê Komîteya Bilind a Hilbijartinên Meclîsa Gel, Newar Necma, piştrast kir ku encumena yasadanînê ya bê dê ji şarezayên neteweyî pêk bê ku beşdarîya hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê garantî bike, û mafê hemî netewe, nijad, mezheb, kêmnetewe û jinan jî biparêze.
Li alîyê din jî, wî destnîşan kir ku armanca hilbijartina desteyên hilbijartinê ew e ku zihnîya şoreşgerî ber bi ya dewletê ve bajo û xurt bike, di heman demê de, îro roja dawî ya pêşkêşkirina serlêdanên namzedîyê ye.