Şam-Sana
Rêveberiya Tenduristî û Saxlemiya Pîşeyî di Dezgeha Giştî ya Sîgortayên Civakî de, ji destpêka sala 2025an ta heyva tebaxa bûrî, 570 serdan bo kargehên biçûk, 146 bo kargehên mezin û 74 serdanên têkildarî mersûmê 346 yê derbarê karên dijwar û metirsîdar pêk anîne.
Di daxwiyaniyekê ji peyamnêrê Sana re, Rêvebirê Rêveberiyê Mihemed Haşim, diyar kir ku ev serdan beşek ji pilaneke niştimanî ye, ji bo şopandina kargehan û belavkirina çanda ewlehî û saxlemiya pîşeyî û dabînkirina atmosfereke ewle ya bê metirsî li deverên kar.
Astengiyên li pêşiya saxlemiya pîşeyî
Haşim diyar kir ku hîn karker herweha xwedanên kargehan hewcedarî çanda saxlemiya pîşeyî ne, vê rewşê hişt Wezîra Karûbarên Civakî û Kar, biryarekê derxe ji bo pirkirina serdana kargehan ta dema sê heyvan bi rêjieya 3 serdanan her heftiyê li parêzgehên cuda.
Hevpariya li gel Sendîke û Yekîtiyan
Rêvebirê Tenduristî û Saxlemiya Pîşeyî, tekez kir ku ew serdan ji bo kargehên sektora giştî û ya taybet û ya hevbeş pêk tên, her weha hevkarî li gel yekîtî û sendîkayên karkeran û odeyên pîşesazî û bazirganî tê kirin ji bo belavkirina çanda saxlemiya pîşeyî da karker di rewşeke ewle de karên xwe bikin.