Şam-Sana
Wezîrê Karên Giştî û bicihkirinê Mustefa Ebdurrezaq, tekez kir ku wezaret kar dike ji bo cîbecîkirina pilanên birêkûpêk ji bo jinûavakirina Sûriyê, di riya guhdana planên avahîsaziyê yên baş û dabînkirina xaniyan wek mafekî bingehîn ji her hevwelatiyekî re û mukumkirina veberhênana eqarî, ji ber ku ew faktereke giring a vegera jiyanê û berhemdanê.
Ebdurrezaq di kenala Sûriya el-Exbariye de da xwuyakirin ku di sala 2016an de, wezareta ku ji yekbûna herdû sektorên karên giştî û niştecihkirinê ye, amade ye ku di riya dezgeh û kompaniyên xwe yên cîbecîkar re, roleke giring di jinûavakirinê de bilîze, û destnîşan kir ku dîtina pêşerojê li ser yekkirina kompanyayên cîbecîkirinê di kompanyeke niştimanî ya xwurt de ku wek milê dewletê yê cîbecîkar be, ava dibe.
Ebdurrezaq bal kişand ser ku wezaret giringiyeke hevseng dide pilansazî û cîbecîkirinê, û guhdana herî mezin dide plansaziya rast ji ber ku ew bingeha serkeftinê ye di cîbecîkirinê de, û da xwuyakirin ku qonaxa piştî rizgarkirinê, ketwareke trajîdîk ji me re diyar kiriye, kadirin jihevketî û alavin kevn û teknîkên paşketî yên ji salên şêstî û heftêyî ji sedsala çûyî ne, tekez kir ku di dema niha de, em hewl didin guhdanê bi pêşketin û nûjenkirina kadir û alav û rêbazên pilansaziyê bikin û di heman demê de em daxwaza piştgiriya madî û lojistîk dikin da em careke din karibin li ser piyên xwe bisekinin.
Û di warê dabînkirina xaniyan ji xelkê re de, Ebdurrezaq da xwuyakirin ku Dezgeha Giştî ya Bicihkirinê û Hevkariya Bicihbûnê û Pêşxistina Eqarî, kar li ser pirogramên avakirina 100 hezar xanî tevlî astengiyên piştgiriya darayî jî dikin, di gelek Riyan re kar ji bo vî pirogramî tê kirin, di riya piştgiriya hikûmetê, veberhênan û kompanyan, û bal kişand ser derketina biryara ku kesên deynên xwe ji 2011 an de nedane dê efû bibin û careka din wê Karibin xwe qeyd bikin, lê divê mafê wan kesên ku pereyin zêde di salên çûyî de dane, neyê xwarin.
Wezîrê Karên Giştî û Bicihkirinê, destnîşan kir ku berî her tiştî, çareserkirina dosyayên bêserûber û deverên wêrankirî di pilanên wezaretê de ne, ji ber ku 25% ji xelkê di malin bêewlehî de dijîn û nêzîkî milyon malî jî hatine wêrankirin, û da xwuyakirin ku wê kar di destpêkê de ji bo kesên koçber û deverên wêrankirî be û piştre wê pilanin din ji bo çareserkirina avahiyên din bêne danîn.
Ebdurrezaq tekezî li ser veberhênana eqarî kir ku alaveke bingehîn e ji qonaxa jinûavakirinê re, di riya dabînkirina xaniyan ji xelkê re û handana li ser vegera koçberan, û destnîşan kir ku hejmarek ji yadnameyên têgihiştinê di vî warî de hatine îmzakirin û kar ji bo veguhestina wan a ji bo girêbestên cîbecîkirinê tê kirin.
Ebdurrezaq bal kişand ser ku wezaret bi erkê xwe yê di nav sîstema niştimanî ya birêkûpêk de radibe, armanca wê ew e ku pêşerojeke baştir ji hemî sûriyan re ava bike û kar ji bo pêşketina platformeke elektronîk ku hemû xizmetên wê yên di warê rêxistina avahî, bicihbûna komel û hevkariya bicihbûnê û pêşwazîkirina gazinên hevwelatiyan û pêşniyazên wan di nav xwe de bihewîne, da ku prensîba hevkariyê bi civakê re xurt û mikum bibe.