Dubey- Sana
Di çarçoveya 28emîn kongireyê berîdê yê cîhanî de yê ku li Îmaratên Erebî yên Yekbûyî tê lidarxistin, Rêveberê giştî yê dezgeha Sûrî ya berîdê Imad el-Dîn Hemed, yadnameyeke têgihiştinê bi rêveberê giştî yê berîda Tirkî (PTT), Hakan Goltan re imze kir, bi armanca mukumkirina hevkariyê di warê veguhestina baran û tîcareta elektronîk de.
Li gor posteke dezgeha Sûrî ya berîdê ku li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kiribû, ev yadname çarçoveyeke berfireh ji bo hevkariya di navbera herdû aliyan de destnîşan dike û tekeziyê li ser girêdana platformên elektronîk û hêsankirina pevguhertina kelûpelan dike, ji bo mukumkirin û xurtkirina karînên xizmetan ji kesên ku wan platforman bikar tînin.
Her weha di wê yadnameyê de ev xal jî hene: Pevguhertina karînên teknîkî û îdarî, pêşxistina binesaziya lojîstîkî, çakkirina kenalên belavkirinê û sûdewergirtina ji avahiyên hevbeş di prosesên hawirdekirin û hinardekirinê de.
Ev gava ku hatiye avêtin, pêşketineke baş e di pêvajoya hevkariya navdewletî ya Dezgeha Sûrî ya Berîdê de, armanca jê çesipandina hebûna xwe li bazarên xizmetên lojîstîk û elektronîk e, da karibin çareseriyên baştir ji hevwelatiyan re li hundur û dervî welêt dabîn bikin.