Şam-SANA
Hat ragihandin di navbera Wezîrê Parastinê yê Sûrîyê û Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Fransayê de li ser xurtkirina hevkariya dualî gotûbêj hat kirin.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê General Mehref Ebû Qesra îro li Şamê bi Karmendê Balyozxaneya Fransayê Jean-Baptiste Faivre û Şêwirmendê Leşkerî Kolonel Christian Kressner re hevdîtin pêk anî.
Hat diyarkirin di civînê de rêyên pêşxistina hevkariya dualî ya di navbera her du welatan ên di warên berjewendiya hevpar de hatin nîqaş û gotûbêjkirin.



