Şam-SANA
Berdevkê Komîteya Bilind a Hilbijartinên Meclîsa Gel, Newar Necma, piştrast kir daxwazên endametîya desteya hilbijartinê niha ji bo pejirandina lîsteya dawîn têne nirxandin.
Wekî din jî, Necma di daxuyanîyekê de ji SANAyê re rave kir ku demeke dîyarkirî bo pêvajoya hilbijartinê dê were destnîşankirin piştî ku lîsteyên dawî yên desteya hilbijartinê werin ragihandin.
Her weha destnîşan kir ku dibe ku hilbijartin berî dawîya Îlonê bên lidarxistin.
Hêjayî gotinê ye ku binkomîteyên hilbijartinên Meclîsa Gel ênParêzgehên Sûrîyeyê, çend roj berê xebata xwe ya derbarê wergirtina daxwazên endametîya desteya hilbijartinê de temam kiribûn.