Şam-SANA
Yekem Konferansa Hedîsê ya Navneteweyî ya guhdarîkirinaSehîhEl-Buxarî îşev li Mizgefta Emewîya Şamê bi dawî bû. Konferans di 29ê Tebaxê de di bin çavdêrîya Wezareta Ewqafê de dest pê kir û bi beşdarîya zanayêndînî û xwendexwazên gelek welatan pêk hat. Konferans ji bo bîranîna 1500 salîya jidayikbûna Pêxember Muhemmed (silavên Xwedê lê bin) bû û wekî beşek ji kampanyaya “Pêxember Pêşewaye” hate lidarxistin.
Tekezîyali ser bihevrekirinailm û ‘emel
Muftîyê Giştî yê Sûrîyê, Şêx Osama El-Rîfa’î, tekez kir ku kirinailm bê emelbi serî nabe, loma, destnîşan kir ku guhdarîkirina Sehîh El-Buxarî pêwîstî bi emel e jî. Di heman demê de, Wezîrê Ewqafê, Mihemed Ebû El-Xêr Şukrî, rave kir ku avakirina mirov bi rengê zanistî bingehê saxlemîyê ye, ji bo wê, konferans wekî destpêka vegera Welatên Şamê bo rola xwe ya zanistî û dîrokî bi nav kir.

Asta Zanyarî û Remzîtîyeke Dîrokî
Li alîyê din jî, Serperiştyarê Konfernasê yê giştî û endamêKomîteya Fetwayê ya Bilind, Şêx Muhemmed Na’îm Ereqasûsî, rave kir ku guhdarîkirina Hedîsa Pêxemberbi îsnadeke berdewam heta ku digihêje Pêxember, pêbawerîya zanistî ya Sunneta Pêxemberî nîşan dide. Wekî din jî, megelek alimên di hedîsnasîyê de pispor,ji Sûrîye, Libnan, Yemen, Pakistan û Hindê vexwendibûn konferansê.
Şêx Muhammed Rateb El-Nabulsî jî ji alîyê xwe ve li ser girîngîya nîyetê û liberxwedna xwestina ilim sekinî.
Hêjayî gotinê ye ku armanca vê konferansê ew e ku rolaWelatên Şamê wek çirayeke Zanistên Îslamî were raberkirin û xurtkirin ku ev pêngav yek ji hewldanên Wezareta Ewqafê ûxebata wan a berdewam e.







