Şam-SANA
Hat ragihandin di navbera Wezîrê Karên Hundir ê Sûrî û di navbera heyeteke pêkhateyên Şîîyên li Sûriyeyê de hevdîtinek hat kirin û di hevdîtinê de li ser rêbazên xurtkirina ewlehî û aramiyê nirxandin hatin kirin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê Anas Xetab li baregeha wezaretê ya li Şamê bi şandeyekê re ku ji kesayetiyên navdar û nasên civaka Şîe ya Sûriyeyê pêk dihat, bi amadebûna hejmarek berpirsên payebilind ên wezaretê re civiya.
Li gorî kanala Telegramê ya Wezareta Karên Hundir, di civînê de li ser rêbazên zêdekirina ewlehî û aramiyê nîqaş hatin kirin, û rola welatiyan di piştgiriya saziyên dewletê û xurtkirina hevgirtina neteweyî de hate îfadekirin.
Hat rahigandin Wezîr Xetab girîngiya ragihandina berdewam bi hemî aktorên civakî re ji bo zêdekirina bawerî û hevkariya neteweyî jî anî zimên.



