Şam-SANA
Sazîya Giştî ya Rêbarên Çûnûhatinê ragihand ku di çarçoveya plana 2024an de, projeyên çakaszî û nûjenkirinê li çend parêzgehan pêk tîne. Ev proje van rêyan li xwe digire: Rêya Navneteweyî ya Şam-Helebê li Hums û Hemayê, Rêya Navneteweyî ya Şam-Beyrûtê, û Otostrada Erîha-Laziqîyê,
Her weha ji bo çakirina Pira Qesatil û Pira Kargeha Çîmentoyê ya li Ristinê hazirîyên xwe dike ku dê ya Ristinê bi peredarîyeke navneteweyî bê pêkanîn.
Wekî din jî, Sazîyê piştrast kir ku armanca projeyan baştirkirina binesazîyê û zêdekirina ewlehîya çûnûhatinê ye. Li alîyê din jî, da xuyakirin ku lêkolînên teknîkî berdewam in da ku planên xwe yên di rêzê de bînin cih.