Şam-SANA
Wezareta Ewqafa Sûrî amadekarîyan dike ku konferansekê der barê jinûveavakirina mizgeftên wêran û zîyanlêbûyî de yên hemû parêzgehan, li dar bixe.
Cîgirê Wezîrê Ewqafê yê Karûbarên Bangewazîya Dînî, Dîya’eddîn Berşa, di daxuyanîyekê de ji nûçegihanê SANAyê re rave kir ku wezaret amadekarîyan dike ku “konferanseke mezin” ji bo jinûveavakirina mizgefên hemû parêzgehan li dar bixe. Her weha wî destnîşan kir ku xebata wan vêga der barê amadekirina lêkolîna hesab û mesrefa gitşî ya jinûveavakirinê de ye, di heman demê de belgekirina şûna her mizgeftekê di rêya vîdyoyan û medyayê re.

Her weha Berşa zêde kir: “Em ê konferansê bi girseyî û amadekarîyeke mezin bidin destpêkirin, da ku ji bo jinûveavakirina hemû mizgeft û malên Xwedê yên wêrankirî bixebitin”. Wekî din jî, wî destnîşan kir ku ev proje dê bi hevkarîya dezgehên hikûmî û wezaretên têkildar ên ku di vî warî de pispor in, were bicîhkirin.
Hêjayî gotinê ye ku gelek mizgeft li seranserê parêzgehên ccda, ji ber bombebarankirin û tawanên rejîma berê, hatin wêran û xirakirin. Her weha hewldanên niha yên Wezareta Ewqafê ji bo nûkirin û jinûveavakirina şûnên wêranbûyî, armanca wan ku rola gîyanî û civakî ya mizgeftan vejînin.