Şam-SANA
Sekreterîya Giştî ya Serokatîya Komarê daxuyanîyek belav kir û ragihand ku sazîyên giştî roja Pêncşema bê, 4ê Îlonê, bi boneya Rojbûna Pêxember girtî ne.
Li gorî daxuyanîyê, sazîyên giştî yên ku sirûşta karê wan an şert û mercên wan bi hewceyî xebata berdewam e, divê fermanên benda (c/ج) ya madeya (43an) ya Qanûna Bingehîn a Karmendên Dewletê werin bicîhanîn.
Her wekî tê zanîn jî, Bîranîna Jidayikbûna Pêxember bûneke olî ye ku Misilmanên her çar alîyên cîhanê jidayikbûna Pêxember Muhemmed (silavên Xwedê lê bin), di meha Rebî’ul Ewwel a salnameya Hicrî de, bi bîr tînin. Wekî din jî, gelek welat ji ber vê bûyerê, sazî û dezgehên giştî radiwestînin û betlaneyeke fermî radigihînin.