Şam-SANA
62emîn Pêşangeha Navneteweyî ya Şamê, şûneke mezin a nimêjê di hundirê pêşangehê de vekir ku herî mezin tê zanîn û daimî ye. Rûberê wê nêzîkî 2,500 metreyên çargoşeyî ye û têra bi sedên nimêjkeran dike û her pênc fezên nimêjê û limêja înê jî tê de tê kirin.

Wekî din jî, Endezyar Omer El-Helaq, Rêvebirê Plandanîn û Hevkarîya Navneteweyî li Rêxistina Pêşangehên Sûrîyeyê, bal kişand ser dirûvê mizgeftê ku li gorî nexşa hundirîn a pêşangehê hatiye çêkirin û bi ayetên Quranê û nexşên dînarên Emewîyan hatiye xemilandin.
Her weha Dr. Mûaz El-Reyhan, Rêvebirê Ewqafa Hemayê, ji alîyê xwe ve rave kir ku ev şûn resenîya Şamê ya ku bi zengînîya şûnên nimêjan û mizgeftan tê zanîn, dîsa lê dide vegerandin.
Li alîyê din jî, Tariq Xezal, çavdêrê şûna nimêjê û endamê Rêveberîya Ewqafên Gundewarê Şamê, destnîşan kir ku dê çalakîyên cûrbecûr ên bangewazîyê werin birêxistin; wekî: Şîret piştî nimêja merxeb û eşayê, belavkirina peyaman, û nîşandana madeyên bîrewerî li ser ekranan.

Her weha Îmam Ehmed Şehûd bal kişand ser beşdarîya mezin a xelkê ku şûn pê tê dagirtin, ev yek jî dihêle ku em bi berfirehkirina wê bifirkin dema bê.
Li talîyê jî, Îbrahîm El-Herbî -ku standa Siûdî bi rê ve dibir- pesnê binesazîya berfireh a vê şûnê da ku rehetîyê didin nimêjkeran, û şûna herî xweş jî di pêşangehê de ew der tê dîtin.








