Şam – SANA
Wezîrê Enerjîyê Mihemed El-Beşîr bernameya nû ya dana elektrîkê ya piranîya parêzgehan ragihand, ku ji îro pê ve wê du saetan hebe û çar saet qutkirî be.
Da xuyakirin ku ev başbûn ji ber hatina gaza Azerbaycanê bi rêya Tirkîyeyê ye, ku hilberîna elektrîkê zêde kiriye û hin îsteghên elektrîkê ji nû ve dane xebitandin.
Ji alîyekî dî ve, amaje bi wê yekê kir ku daketina pileya germahîyê ya dawî jî beşdarî di sivikkirina zexta li ser şebekeyê û baştirkirina dana elektrîkê bûye.
Wekî din jî, El-Beşîr tekezî li ser berdewamîya hewildanên dabînkirina elektrîkê ya mayînde kir û bang li welatîyan jî kir ku hay ji xerckirina kehrebê hebin, li alîyekî dî jî, bal kişand ser padaştnameya têgihîştinê ya ku di Tîrmeha borî de bi Azerbaycanê re hatibû îmzekirin, ku di bin wê de qonaxa yekem a dabînkirina gazê di destpêka Tebaxê de bi fînansmana Qeterê ji bo xebitandina îsteghên elektrîkê dest pê kir.