New York – SANA
Endamên Encumena Ewlehîyê ya Navneteweyî banga xwe ya li hemû alîyan nû kir ku rêzê li Peymana Veqetandina Hêzan a sala 1974an li Colana Sûrîyê ya dagirkirî bigirin û wê bi tevahî cî bi cî bikin.
Îsraîla dagirker bi derbasbûnên xwe yên li pey hev ên bo nav axa başûrê Sûrîyê, serdegirtina malên sivîlan û girtina wan, têkdana zevîyan û topbarankirina herêmê, binpêkirina peymanê didomîne; kiryarên ku dibin sedema zîyanên canî û madî.
Di civînekê de ku Pêncşema borî ji bo nirxandina rewşa Hêza Çavdêrîya Veqetandinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDOF) hat lidarxistin, endaman bal kişand ser girîngîya ewlehî û silametîya endamên UNDOFê û Desteya Çavdêrîya Agirbestê ya NY li Colana dagirkirî, her wiha tekezî li ser misogerkirina azadîya çûnûhatina wan kir.
Endaman careke din pabendîya xwe ya xurt bi serwerî, serxwebûn, yekîtî û yekparçeyîya xaka Sûrîyê anî zimên û bang li hemû dewletan kir ku rêzê li van prensîban bigirin.
Wan her wiha careke din “piştevanîya xwe ya bihêz bo hêza UNDOF”ê dupat kir û pesnê “fedakarî, dilsozî û jêhatîbûna pîşeyî ya endamên wê” da, yên ku di bin şert û mercên dijwar de bicihanîna erka xwe didomînin”.