Rîyad-SANA
Desteya Giştî ya Firokevanîya Sivîl a Siûdî îro Înê, piştrast kir ku duh piştî êrîşeke li ser avahîya Balafirgeha Navdewletî ya Melik Xalid li Rîyadê, firokeyeke ser bi Hêla Esmanî ya Siûdî ve, rûbirûyî zirarên madî hatiye.
Desteyê di postekê de li ser platforma “X”ê zelal kir ku êrîş bûye sedema kuştina sê welatîyên Siûdî û birîndarbûna hejmarek welatî û niştecihan bi birînên cuda, digel çêbûna zirarên madî di hindek sazgehên balafirgehê de.
Girêdayê vê yekê û ji bo destpêkirina xebatê û vegera tevgera esmanî ya asayî, desteyê tekezî li ser berdewamîya nirxandina zirarê û girtina tedbîrên pêwîst, kir.