Paytextên Cîhanê-SANA
Jinûve destpêkirina gotûbêjên navokî di navbera Waşington û Tehranê de Îna bê li Mesqetê bi daxwaza Îranê, di nava amadekarîyên leşkerî yên Amerîkî û gefên Trump de ku dibêje eger peyman bi ser nekeve wê “tiştekî xirab” rû bide.
Waşington şertan datîne û Tehran red dike
Tehran her sê şertên Trump (tîrkirina uranyumê, moşek, hevalbendan) red dike, û bernameya moşekan wek astengîya herî mezin a li pêşîya peymanê dibîne.
Berdewamîya astengîyên di gotûbêjan de ji ber girêdana Îranê bi tîrkirina uranyumê li ser asta navxweyî û redkirina veguhastina koxên uranyumê bo derveyî welat.
Koşka Spî civîna nûnerê xwe bi berpirsên Îranî re tekez kir, tevî ku Trump tekezî li ser dîplomasîyê dike li hember nîşandana bijardeyên leşkerî.
Gurkirina meydanî û daxwazên nû yên Îranê
Zêdebûna rageşîya leşkerî di navbera Waşington û Tehranê de piştî xistina droneke Îranî, hevdem digel daxwaza Îranê ku gotûbêj tenê bi şêweyekî dualî li Siltanîya Omanê werin kirin.
′Eraqcî û Witkoff serokatîya tîmên gotûbêjan dikin, di nava liv û tevgerên dîplomatîk ên Îranê li herêmê û civînên Amerîkî bi berpirsên Îsraîlî re.
Xwenîşandanên navxweyî û fișarên navdewletî
Hejmara qurbanîyên xwenîşandanên li Îranê gihîşt 6872 kuştîyan û zêdetirî 50 hezar girtîyan, di nava fişarên navdewletî û daxwazên azadî û dadperwerîya aborî de.