Sêûl – SANA
Koreya Başûr dest bi belavkirina mûşekên balîstîk ên xwedî şîyanên bilind “Hyunmoo-5” kir. Li gorî çavkanîyên leşkerî, ev gav bi armanca rûbirûbûna êrîşa atomî ya texmînkirî ya Koreya Bakur hatiye avêtin.
Ajansa “Yonhap” dîyar kir ku ev mûşeka erd-erd, ku ji ber mezinbûna wê bi navê “Dêw” tê naskirin, ji bo lêdana cihên kûr ên di bin erdê de hatiye çêkirin, ku beşeke bingehîn e ji sîstema berevanî û bersivdana her êrîşeke berfireh.
Wezîrê Berevanîyê, An Gyu-baek, daxwaza xurtkirina cebilxaneya welatê xwe ya êrîşkirinê kir, ji ber gefên atomî yên li wan tên xwarin. Û tekez kir ku Siol, wekî welatekî ku Peymana Qedexekirina Belavnekirina Çekên Atomî îmze kiriye, pişta xwe bi mûşekên “Hyunmoo-5” xurt dike ji bo hevsengîya tirsandinê peyda bike.