Phnom Penh-Bangkok-SANA
Pevçûnên li ser sînorê di navbera Tayland û Kambodyayê de berdewam dikin, ku ev yek bû sedema koçberbûna zêdetirî 500 hezar kesî, ji bo xwe bighînin devereke ewle.
Wezareta Berevanîyê ya Taylandê ragihand ku ji tirsa şerekî nêzîk, zêdetirî 400 hezar sivîl ji heft parêzgehan hatine derxistin, di dema ku Wezareta Berevanîyê ya Kambodyayê piştrast kir ku zêdetirî 101 hezar kes ji deverên xwe hatine derxistin.
Tevî ku berê peymaneke agirbestê di nav wan de heye, şer û pevçûn ji nû ve dest pê kirin, bi sedema nakokîyên li ser sînorê ku dirêjahîya wî di nav her du welatan de digihêje 800 kîlo metrî.