Tokyo – SANA
Desthilatdarên Japonyayê îro ragihand ku şeva borî ji ber erdhejeke bi xurtîya 7.6 dereceyan li gor pîvana rîxterê, sih kes li bakurê welêt birîndar bûne.
Ajansa Frans Presse ji Rêveberîya keşûhewayê ya Japonyayê veguhest ku “erdhej li ber peravê herêma Aomorî çêbû, zîyan gihande gelek rêyan, her wiha bû sedema qutbûna elektrîkê li ser hezarên xelkê, û bi texmînan, heye ku di rojên bê de erdhejên wek wê û jê xurtir jî çêbibin.”