Bruksel – SANA
Polîsên Belçîkî îro, Federîka Mogerînî, Nûnera Bilind a berê ya Yekîtîya Ewropî ya Karên Derve û Polîtîkayên Ewlehîyê, ligel berpirsine din ên Komîsyona Ewropî, di çarçoveya lêpirsînên têkildarî dozên hîlebazîyê û bikaranîna diravên Yekîtîya Ewropî bi awayekî xerab, girtin.
Rojnameya “Euractiv” a têkildarî polîtîkayên Ewropî, ragihand ku Mogerînî yek ji wan sê kesan bû ku di operasyoneke berfireh de, di çarçoveya lêpirsîna derbarê bikaranîna xirab ji pereyên YE re, hatine girtin.
Ji alîyê xwe ve, yek ji berdevkên “Koleja Ewropayê”, ku Mogerînî ji sala 2020an ve Ragirê wê ye, got ku ew nizane gelo Mogerînî bi rastî hatiye girtin an na, bêyî ku agahîyên zêdetir bide.
Komîsyona Ewropî piştrast kir ku polîsên Belçîkî îro li nava avahîyên “Desteya Xebata Derve ya Ewropî” bûn, di çarçoveya berdewamkirina lêpirsînên derbarê çalakîyên serdema erkdarîya Mogerînî ya berê de, dest danîn ser belgeyan û sê kesên ku bi Mogerînî re alîkar bûn bi tuhmeta gendelîyê girtin.