Qudsa Dagîrkirî-SANA
Li Xezeyê, di êrîşên dagîrkerîya Îsraîlê de Wênegirekî rojnamevanî yê Filistînî şehîd ket û yekî din jî birîndar bû, ku ev yek binpêkirina berdewam a peymana agirbestê ye.
Ajansa “WAFA”yê ragihand ku wênegir Mehmûd Wadî li Xan Yûnis jîyana xwe ji dest daye, û rojnamevan Mihemed Îslîh birîndar bûye.
Ji alîyê xwe ve, Yekîtîya Navdewletî ya Rojnamevanan û Sendîkaya Netewî ya Rojnamevanan li Fransayê, îro li Parîsê dozek li dijî desthilatdarên Îsraîlî vekirin, bi tohmeta rêgirtina li rojnamevanan ji pêkanîna erkê xwe li Xezeyê, û tundîya Îsraîlî wekî tawanên şer bi nav kirin.