Bruksel-SANA
Lawikê Belçîkî Laurent Simons ê bi nasnavê “Einsteinê Biçûk”, destkeftîyeke awarte bi bidestxistina pileya doktorayê di Fîzîka Kuwantûmê de di pazdesalîya xwe de pêk anî, piştî ku di hefteya borî de li Zanîngeha Antwerpê ya Belçîkî teza xwe pêşkêş kir, li gorî tora televîzyona Flemî VTM.
Laurent wekî yek ji biçûktirîn kesên ku doktorayê di vî warî de li ser asta cîhanê werdigirin tê hesibandin, tevî ku sîstemeke rêzbendîyê ya fermî tuneye ku mirov lê vegere, li gorî malpera Science Alert a pispora weşandina nûçeyên zanistî.
Li gorî malperê, Laurent xwendina xwe ya seretayî di çar salîyê de dest pê kir û di şeş salîyê de qedand, û mastera xwe di Fîzîka Kuwantûmê de di diwazdeh salîyê de temam kir. Di lêkolînên xwe de mijarên aloz wekî Bozon û Kunên Reş nirxandin. Her wiha bi bîra xwe ya wêneyî û rêjeya zîrekîya xwe ya ku digihîje 145an tê naskirin, ku ev astek e tenê ji sedî 0.1ê mirovan digihîjinê.
Tevî biçûkîya temenê xwe, Laurent armancek danî pêşîya xwe ku sînorên doktorayê derbas dike, ji ber ku ew hewl dide di paşerojê de zanistên bijîşkî bixwîne da ku xizmeta kesên din bike.
Li gorî rojnameya Brussels Times a Belçîkî, kompanîyên mezin ên teknolojîyê li Amerîka û Çînê bi dêûbavê Laurent re têkilî danîne da ku wî vexwînin xwendina li navendên xwe yên lêkolînê.
Bi vê destkeftîyê, Laurent Simons tevlî lîsteya jîrîyên ciwan dibe, wekî Dylan Jacobs (13 salî, bekaloryos di Matematîkê de), Kim Oden (10 salî, bawernameya zanîngehê di Matematîkê de), û Amanda Bartolucci (13 salî, bekaloryos di Zanistên Mirovî de), da ku hemû tekez bikin ku temen ne asteng e li pêşîya xeyalên zanistî.