Qudsa Dagîrkirî-SANA
Îsraîl, bi rêya pêkanîna operasyonên topbarana û teqandina malan li deverên rojhilatê Xezeyê, binpêkirinên xwe yên peymana agirbestê li Xezeyê didomîne.
Dezgehên ragihandinê yên Filistînî destnîşan kirin ku topbarana dagîrkerîyê deverên rojhilatê Xan Yûnis û Refehê li başûrê Xezeyê kirin armanc, her weha wesayîtên wê gule avêtin malên Filîstînîyan û rêzeêrîşên asmanî li herêmê pêk anîn.
Tê zanîn ku hêzên dagîrkerîya Îsraîlî ji dema ku peymana agirbestê di 10ê Cotmeha borî de ket warê cîbicîkirinê, bêtirî 535 binpêkirin pêk anîne, ev jî bû sedema ku 350 Filistînî jîyana xwe ji dest bidin, li gorî Navenda Mafên Mirovan a Xezeyê.