Seoul-SANA
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Yonhapê, Koreya Başûr pêşnîyar kiriye ku danûstandinên leşkerî bi Koreya Bakur re bike ji bo sînorê leşkerî bê dîyarkirin û rê li pêşîya derketina pevçûnan were girtin, piştî tomarkirina binpêkirinên li pey hev ji alîyê hin çekdarên ku bi leşkerên Koreya Bakur re derbasî alîyê Başûr bûne, di dema operasyonên paqijkirina erdê û danîna mayînan de.
Cîgirê Wezîrê Sîyaseta Berevanîyê Kim Hong-Cheol da xuyakirin ku armanca danustandinan, kêmkirina alozîyan û vegerandina bawerîyê ye, û pêşbîn kir ku bersiva alîyê Bakur erênî be.
Ev gav hewildanek e ji bo vejandina dîyalogê, piştî ku danûstandinên leşkerî ji civîna 2018an vir ve rawestîyane, tevî bangên Serok Lee Jae-myung ên li pey hev ji bo danustandinan.
Ev pêşketinên niha çêdibin di dema “şerê sar” yê di nav her du alîyan de ye, yê ku ji agirbesta 1953an ta niha berdewam e, û herêma bêçek û xeta veqetandina leşkerên her du dewletan sînorên herî asê ne, û her du alî hevdû bi binpêkirina peymanan tuhmetbar dikin û ketine pêşbazîya pirkirina çekan li ser her du sînoran.