Kabûl-SANA
Ji ber erdheja ku pêr êvarê li bakurê Efxanistanê rû da û tundîya wê li gorî pîvana Rîchter; 6.3 pile bû, herî kêm 20 kes mirin û bi sedan kes birîndar bûn.
Ajansa Frans Pressê ji berdevkê Wezareta Tenduristîyê ya Efxanistanê, Şerafet Zeman, ragihand: “Herî kêm bîst kes mirin û nêzîkî 320 kesên din li parêzgehên Belx û Semengan ji ber erdheja ku pêr li kûrahîyê 28 kîlometreyan li nêzîkî bajarê Mezarî Şerîf ê parêzgeha Belxê qewimî, birîndar bûn,” û tekez kir ku ev hejmar ne yên dawî ne.
Di dawîya meha Tebaxa borî de, erdhejeke wêrankar bi hêza 6 pileyî li rojhilatê Efxanistanê rû dabû û di encamê de zêdetirî 2200 kesan miribûn.
Efxanistan ku li ser sînorê lewheyên tektonîkî yên Ewrasyayê û Hindistanê ye, her dem rastî erdhejan tê. Li gorî Bryan Baptie, zanyarê erdhejê yê Enstîtuya Lêkolînên Jeolojîk a Brîtanî, ji sala 1900î ve, li bakurê rojhilatê wî welatî 12 erdhej bi hêza zêdetirî heft pileyî hatine tomarkirin.