Moskow-Kîev-SANA
Êrîşkirina hêzên Rûsya û Ukranyayê li ser hev heta çend saetên çûyî jî berdewam bû, di encamê de birîndar û zîyanên madî li her du alîyan hene.
Nûçeyên ji Ajansa Ukraynayê hatine, dibêjin ku li Chernihiv û Zaporizhzhya hejmarek kes birîndar bûne û li hin deveran elektrîk qut bûye. Desteya Erkanê Ukranyayê jî dîyar kir ku hêzên Rûsyayê li Dnipropetrovsk sivîlan û jêrxaneyê dikin armanc ku du zarok lê htine kuştin û du birîndar bûne.
Ji hêla xwe ve, Wezareta Berevanîya Rûsyayê ragihand ku 164 dronên Ukranyayê li ser erda Rûsyayê, Deryaya Azov û Deryaya Reş hatine xistin. Baregeha Operasyonan ya Krasnodar piştrast kir ku di êrîşeke dronan de li ser bendera Tuapse, zîyan gihaye du keştîyên bîyanî, bêyî ku tu qurbanî hebin.