Programa Xurekê ya Cîhanî (WFP) tekez kir ku ew alîkarîyên ku diçin Xezeyê, hîn negihiştene asta ku em dixwazin bighêjinê û du derwaz tenê vebûne.
Berdevka Programê, ‘Ebîr ‘Etîfe, bal kişand ser derbaskirina bêhtirî 500 barhilgiran ji destpêka agirbestê ve, lê ew têrê nakin, bi taybetî li bakurê Xezeyê.
Her weha dîyar kir ku Netewên Yekbûyî ji bo vegerandina tora belavkirina xwarinê dixebite, û tekez kir ku berdewamîya agirbestê û vekirina derwazan ji bo rizgarkirina xelkê û dabînkirina hewcedarîyên mirovî giring in.