Bruksel-SANA
Iro Yekîtîya Ewropayê dest bi cîbicîkirina sîstemeke nû ji bo çûnûhatina li ser sînorê xwe yê derve kir. Agahîyên hevwelatîyên ji dervî welatên wê bi şêweyekî elektronîk di rêya kişandina wêneyên hevwelatîyan û pasportên wan re, her weha birina pencemorên wan, tê de tên qeydkirin.
Armanc ji vê sîstema ku bi dirêjahîya 6 heyvan tê cîbecîkirin ew e dawîyê li koçberîya nerewa û sextekarîya nasnameyan bîne. Her weha ji destpêka Nîsana 2026an de, dê qeydên elektronîk têkevin şûna muhrkirina pasportan.
Erkdarê Karûbarên Navxweyî û Koçberîyê, Magnus Brunner, got: Ev sîstem stûna dîjîtal ya sîyaseta nû ya koçberî û penaberîyê ya Ewropayê ye ku kontrola ewlekarî û tomarkirina agahîyan di datayên yekîtîya Ewropayê de jî li xwe digire.