Pekîn-SANA
Çînê îro komkeştîyeke nû ji bendereke leşkerî li Qingdao, li rojhilatê Çînê, şand Kendava Edenê û avên li beramberî peravên Somalyayê da ku erkê hevrêtîya keştîyên deryayî ji komkeştîya berê ya li deverê wergire.
Ajansa “Xinhua”yê ragihand ku komkeştîya ku îro bi rê ket ji keştîyeke mûşekavêj, keştîyeke cengî ya mûşekan û keştîyeke dabînkirinê pêk tê, ligel du helîkopter û bi dehan leşkerên hêzên taybet.
Berî ku bi rê bikeve, komkeştîyê rahênanên leşkerî pêk anîbûn ku bi giranî li ser bikaranîna çekan, erkên taybet ên ji bo parastina karwanan û tedbîrên pêwîst ji bo dabînkirina sotemenîyê di dema erkê de bûn.
Ji sala 2008an û vir ve, seba parastina keştîyên xwe û keştîyên din ên bazirganî û petrolê li Kendava Edenê û avên li beramberî peravên Somalyayê, Çîn bi berdewamî keştîyên deryayê dişîne wê derê.