Qudsa Dagîrkirî–SANA
Artêşa deryayî ya dagîrkerîya Îsraîlê roja 8ê Cotmeha 2025an, li dijî “Karwanê Keştîya Azadîyê” ku bi armanca şikandina dorpêça li ser navçeya Xezeyê û gihandina alîkarîyên mirovî diçû, êrîşek pêk anî.
Li gorî Komîteya Navdewletî ya Şikandina Dorpêça Xezeyê, êrîş li avên navneteweyî, 220 kîlometreyan dûrî peravên Xezeyê, pêk hat.
Hêzên Îsraîlî dest danîn ser sê keştîyan bi navê “Gaza Sun Birds”, “Ala’ El-Neccar” û “Enes El-Şerîf”. Her wiha keştîya “El-Demîr” ku 93 rojnamevan, bijîşk û çalakvan tê de bûn, rastî êrîşa helîkoptereke leşkerî ya Îsraîlê hat.
Wezareta Derve ya Îsraîlê ragihand ku ew hewldaneke têkçûyî ya binpêkirina dorpêça deryayî bû û hemû keştî û rêwî ji bo bendereke Îsraîlê hatin veguhestin û dê di demek nêz de werin dersînorkirin.
Karwanê Keştîya Azadîyê, ku ji 11 keştîyan pêk dihat, meha borî, weke beşek ji tevgereke navneteweyî ya gelêrî ji bo piştgirîkirina gelê Filistînê yê dorpêçkirî û redkirina şerê li dijî navçeya Xezeyê, ji Îtalyayê dest bi rêwîtîyê kiribû.
Tê zanîn ku ev ne cara yekem e ku hêzên deryayî yên Îsraîlê bi heman armancê êrîşî keştîyên dike; hefteya borî jî êrîşî “Keştîya El-Sumud”ê kiribû û bi sedan çalakvan desteser kiribûn.