Waşington -SANA
Serokê Amerîkayê, Donald Trump, ji bo berdewamîya xebata derbarê peymana kêmkirina çekên navokî ya di navbera Waşington û Moskowê de -ku Serokê Rûsyayê, Vladîmîr Putîn, berê pêşnîyaz kiribû ku ji bo saleke din were dirêjkirin- îro amadebûna xwe de nîşan da.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP), Serokê Amerîkayê Donald Trump, di bersiva pirsa rojnamevanekî de, derbarê pêşnîyaza Serokê Rûsîyayê Potîn a ji bo dirêjkirina peymana “New Start” a kêmkirina çekên stratejîk ên êrîşkar de, li Koşka Spî got: Ew “fikreke baş e”.
Armanca vê peymanê ew e ku belavbûna çekên êrîşkar ên navokî li herdu welatan sînordar bike.