Waşington-SANA
Serokê Amerîkayê Donald Trump, ji Îsraîlê xwest ku rasterast bombebarana Xezayê rawestîne. Her weha bawerîya xwe anî ziman ku Tevgera Hemasê jî amade ye bo pêkanîna aştîyeke domdar li gor daxuyanîya wê ya vê dawîyê.
Wekî din jî, Trump tekez kir ku rawestandina bombebaranê giring e ji bo êsîr bi rengekî hêmin û ewle bên derxistin. Li alîyê din jî, amaje kir ku gotûbêjên pêkanîna aştîyeke domdar li Rojhilata Navîn berdewam in.
Hêjayî gotinê ye ku Hemasê li gorî plana Trump da xuyakirin ku ew ji bo berdana hemî êsîrên Îsraîlî û destpêkirina danûstandinan di rêya navberkaran re, hazir e.