Parîs-SANA
Malpera fransî “Intelligence Online” eşkere kir ku parêzerin Rojavayî dixwazin mal û milkên pir ên rêjîma Esed ya têkçûyî bişopînin, û li gor rapora malperê, tîmeke parêzerên Rojavayî û ajanên îstîxbarata taybet hewl didin ku girêbestin fermî bi hikûmeta Sûriyê re çêkin da ku serwet û samanên malbata rejîma berê ku derxistine derve bişopînin. Ev kes ji ber ku xwedî pisporî û serbor in di warê danheva delîlên yasayî û darayî, hêvî heye ku karibin wan pereyan vegerînin.
Û Wezareta Derve ya Amerîkayê di sala 2022an de raporek pêşkêşî Kongresê kiribû, tê de behsa serweta safî ya texmînkirî û çavkaniyên dahatê yên naskirî yên tawanbar Beşar Esed û endamên malbata wî dikir.
Û li gor wê raporê, serweta rêjîma têkçûyî di navbera yek û du milyar dolaran de dihat texmînkirin, ku bi rêya torên qaçaxçîtiyê, bazirganiya çek û madeyên hişber, û operasyonên şûştina pereyan hatibûn komkirin, û di riya şîrket û hesabên sexte û baceyan re ev pere dihatin veşartin.
Û Dadwerê Lêpirsînê yê Heftemîn li Şamê, Tewfîq Elî, Di 27ê vê heyva îlonê de, yadnameyeke girtina bêyî ku tuhmetbar Beşar Esed amade be derxistibû, ew yadname bi bûyerên Derayê yên 2011an ve girêdayî ye.
Û di meha Tîrmeha bûrî de, Nivîsgeha Dozgeriya Giştî ya Dijî Terorê ya Fransayê daxwaza derxistina yadnameyeke binçavkirinê ya navdewletî ya nû li dijî tawanbar Beşar Esed kir, bi sedema pêkanîna êrîşên kîmyayî yên kujer li Sûriyê di sala 2013an de.