Cenewre-SANA
Ji teref Ajansa Alîkarî û Kar a Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî ve derbarê Xezzeyîyên ku li rasta zilm û zordarîya rejîma dagirker a Îsraîlê tên û ji neçarî terka malên xwe dikin de daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîyê de hat diyarkirin 1.9 milyon Filistînî bi darê zorê li Xezzeyê ji wargehên xwe hatin kirin.
UNRWAya ku Ajansa Alîkarî û Kar a Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî ye piştrast kir ku asta êş û wêraniya ku ji hêla gelê Şerîda Xezzeyê ve ji ber êrîşa berdewam a Îsraîlê tê jiyîn nayê xeyalkirin û destnîşan kir. Heta a niha 1.9 mîlyon kes bi zorê ji malên xwe hatine derxistin.
Ajansê îro di parvekirineke xwe ya li ser platforma “X” de îfade kir ku bi deh hezaran Filistînî, di nav wan de jin û zarok jî hene di encama bombebarana hovane ya berdewam de hatine kuştin û birîndar kirin. Di berdewama parvekirinê de Ajansa Alîkarî û Kar a Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî banga xwe ya ji bo agirbesteke tavilê ji bo parastina sivîlan û kêmkirina felaketa mirovî ya ku her ku diçe xirabtir dibe dubare kir.
Olga Cherevkoya Berdevka Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Kordînasyona Karûbarên Mirovî (OCHA) ya li Xezeyê jî derbarê mijarê de diyar kir ku pêlên koçberiyê di nav nebûna stargeh û nebûna garantiyên ewlehiyê û di nav êrîşên berdewam de ji bakurê Xezeyê ber bi başûr ve berdewam dikin.
He wekî ku dê bê bîran Ajansa Alîkarî û Kar a Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî berê ragihandibû ku rewşa li Şerîda Xezayê karesatbar e, ji ber dorpêçkirin û wêrankirina berfireh a ku ji ber êrîşa Îsraîlê li ser binesaziyê û tesîsên girîng çêbûye. UNRWA tekez kir ku sivîl ji kêmbûna giran a xwarin, av, derman û sotemeniyê dikişînin ku ev yek gefê li karesateke mirovî ya bêhempa dixwe.