Tokyo-SANA
206 parlamenterên Japonî nameyek radestî Wezîrê Derve Takeşî Îwaya kir û bang li hikûmeta xwe kir ku li Dewleta Filistînê mikur were, di eynî demê de, Îwaya piştrast kir ku ev mijar jidil tê nirxandin.
Hêjayî gotinê ye ku çend welatan; ji nav wan: Fransa, Brîtanya, Kanada û Awusturalya, soz daye ku di civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de -ya ku biryar e vê mehê bê lidarxistin- li Dewleta Filistînê mikur werin.