Qudsa Dagirkirî – SANA
Di 24 saetên çûyî de, li Herêma Xezeyê pênc Filistînî -ku yek ji wan zarokek e- ji ber xelayê û kêmasîya xwarinê, jîyana xwe ji dest da. Ev yek jî ji ber dorpêçkirina berdewam a Îsraîla dagirker ya li ser Herêma Xezeyê û nehiştina derbaskirina alîkarîyan tê ku di nav şerê tunekirinê de ji Cotmeha 2023an û vir ve, dide meşandin.
Ajansa WAFAyê ji çavkanîne bijîşkî nûçeyek wergirtiye ku: “Li nexweşxaneyên Herêma Xezeyê, îro pênc kes ji ber xelayê û kêmasîya xwarinê -ku yek ji wan zarokek e- di nava 24 saetên çûyî de, mirin. Bi vî awayî, hejmara giştî ya jidestdayîna ji ber xelayê û kêmasîya xwarinê, gihîşt 404 kesan ku 141 ji wan zarok in.”
Di 22ê Tebaxa çûyî de, Amerîkayê bi rengekî fermî ragihand ku li Xezeyê xela rabûye. Ji wê demê ve, di nav şerê tunekirin, birçîkirin û koçberîya bizorê de ya ku ji hêla Îsraîlê dagirker ve li ser Filistînîyan li Herêma Xezeyê hatiye ferzkirin, 126 kesan jîyana xwe ji dest da ku 26 jê zarok bûn.