Waşington-SANA
Yekîtîya Postbendîyê ya Cîhanî ya Emerîkayê, ragihand ku 88 welatan -hindekan bi tevayî û hindek bi nîvî- şandina postan bo Emerîkayê rawestandiye. Ev yek jî piştî biryara Waşingtonê ya ferzkirina bacên gumrikê yên zêde li ser pakêtên kelûpelan hat.
Websîta Emerîkî “Barron’s” Daxuyanîya Rêveberê Giştî yê Yekîtîyê, Masahîko Mîtokî parve kiriye ku tê de dibêje: “Xebata dîtina çareserîyeke teknîkî bo rêdana hinartina postan bo Emerîkayê berdewam e.”
Hêjayî gotinê ye ku ev biryar piştî wê yekê hat, dema ku rêveberîya Emerîkayê di Tîrmeha borî de îstîsnaya xwe ya bêbacîya postên kêmî $800 rewestand. Ev yek jî bû sedem ku sazîyên postbendîyê yên çend welatan, wekû Fransa, Almanya, Awusturalya û Hindistanê, ragihînin ku ew nema postên kesî werdigirin ku bişînin Emerîkayê.