Beyrûd-SANA
Hat ragihandin rejîma dagirker careke din êrîş bir li ser Lubnanê. Di êrîşa ku hat kirin de 4 welatîyên Lubnanî canê xwe ji dest dan û 30 kes jî birîndar bûn. Derbarê êrîşa ku hat kirin de ji teref Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat îfadekirin ku di encama êrîşên Îsraîlê yên ku duh li çend deverên Lubnanê hatin kirin de 4 kes canê xwe ji dest dan û 30 kesên din jî birîndar bûn.
Daxuyanîyek jî ji teref Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Lubnanê ve hat belavkirin. Ajansê ji Navenda Operasyonên Awarte ya Wezaretê ragihand ku di nav birîndaran de 11 Lubnanî ku sê ji wan zarok in û pênc jî Sûrî ne ku yek ji wan zarok e, hene.
Çend roj berê, di êrîşeke din a ku ji teref rejîma dagirker ve li herêma “Naqoura” li Navçeya “Sûr “ya li başûrê Libnanê hat kirin de 2 karmendên Libnanî canê xwe ji dest dabûn û 2 kes jî birîndar bûbûn.